Dewleta Tirk a dagirker ceh û genim didize

Dewleta Tirk a dagirker dexlê şêniyên Girê Spî didize û bi kemyonan derbasî Tirkiyê dike. 

Ajokarekî qamyonan ê bi navê Salih Gundogdu ku ji Girê Spî ceh dikişîne Tirkiyê, ji malpera Independent Tirkî re axivî.

Ajokarê kamyonê diyar kir ku ev 2 meh e ji Girê Spî dexl dibin Tirkiyê û di Ofîsa Berhemên Axê -TMO’yê de bi cih dikin.

Salih Gundogdu got: “Ev 2 meh e em ji Girê Spî ceh dikişînin. Em ji Sûriyê barê xwe hildidin û li Rihayê vala dikin.”

Beriya niha jî şêniyên Girê Spî û Serêkaniyê ragihandibûn ku dewleta Tirk dest danîye ser 50 hezar donim zeviyên wan û xêr û bêra zeviyan didize.

Back to top button