Welatiyên Şêladizê li dijî dagirkeriya Tirk daketin qadan û hewl dan êrîşî baregehên artêşa Tirk ên di nav Şêladizê de bikin, lê hêzên PDK’ê rê nedan û welatî asteng kirin.
Li bajaroka Şêladizê ya girêdayî Amêdiyê ji ber bomberdûmana dewleta Tirk a dagirker 5 welatî şehîd ketin.
Dema cenazeyê şehîdan gihişt navenda Şêladizê welatî li dijî artêşa Tirk a dagirker derketin qadan û xwepêşandan li dar xistin.
Welatiyan di xwepêşandanê de dirûşmên li dijî dewleta Tirk û artêşa wê ya dagirker bilind kirin.
Welatiyan di xwepêşandanê de hewl dan êrîşî baregehên artêşa Tirk ên di nav Şêladizê de bikin, lê hêzên PDK’ê rê nedan û welatî asteng kirin.