RIYAD DERAR: EM XWEDÎ ALTERNATÎV IN

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk Riyad Derar diyar kir ku gelek senaryoyên altirnatîv hene piştî vekişîna Emerîkayê ji herêmê û got,

Ew xwedî alternatîv in.

Hevserokê MSD’ê Riyad Derar li ser rewşa dawî ya li herêmê ji rojnameya El Beyan re axivî.

Derar der barê vekişîna Emerîka û gotinên bê Emerîka hermên bakur û Rojhilatê Sûrî nikarin xwe biparêzîn wiha got;

Berê Emerîka li herêmê be me berxwedaniya xwe dikir.

Tevî vekişîna Emerîka jî em dikarin bi berxwedana xwe mafê xwe biparêzin.

Aniha jî li dijî dagirkeriya dewleta tirk em ê vê berxwedaniyê bikin.

Hevserokê MSD’ê vekişîna hêzên Emerîka ji herêmê û peywendiya bi Rûsiyayê re jî wiha nirxand;

Rûsya di herêmê de ye û xwedî bandor e û Emerîkî derfet ji Rûsan re hişt da çareseriyê ji aloziya Sûrî re bibîne.

Planên me yên altirnatîv hene lê gavên pêkanîna wan hîna dest pê nekiriye.

Niha em bi hemû aliyan re têkiliyê datînin.

Leave a Reply

Back to top button