konferansa yekem a gaziyên şer ên kantona Qamişlo hat lidarxistin

Gaziyên Şer ên kantona Qamişlo bi armanca damezrandina komeleya qurbaniyên jiyana azad, konferansek li dar xist.

Konferans bi hilbijartina desteya komleyê, erkdarkirina 3 kesan ji wan ji bo xebatê sekertêriyê ya komleyê, bi dawî bû.

Di konferansê de berdevkê fermî yê YPG’ê Nûrî Mehmûd axivî û got ku di şoreşa Bakur Sûrî de piştî şehîdan, birîndar di asta 2’emîn de ne.

Gaziyên şer ên kantona Qamişlo ji bo bi damezrandina komeleya qurbaniyên jiyana azad, konferansa xwe ya yekemîn li dar xist.

Konferas li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajarê Rimêlanê hat lidarxistin.

Konferans bi beşdariya 86 delgeyên gaziyên şer ên li kantona Qamişlo, berdevkê fermî yê YPG’ê Nûrî Mehmûd û gaziyên şer ên herêma Firatê li dar ket.

Di konferansê de berdevkê fermî yê YPG’ê Nûrî Mehmûd axivî.

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd: Divê gazî pêşengîyê desketîyên şoreşê biparêzin

Nûrî Mehmûd bal kişand ser rola birîndaran di şoreşê de û got ku di şoreşa Bakur Sûrî de piştî şehîdan birîndar di asta duyemîn de ne.

Nûrî Mehmûd destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker êrişên li ser herêmê û destkefiyên gel didomîne her wiha sivîlan dikuje û wan koçber dike.

Nûrî Mehmûd anî ziman ku divê birîndarên şer rola xwe di pêşengtiya parastina destkefiyên şoreşê de bilîzînin.

Ji ber ev erkeke dîrokî li ser milê me ye.

Piştî axaftinan rêziknameya hundirîn a “Komeleya Qurbaniyên jiyana azad a kantona Qamişlo” hat xwendin û hat erêkirin.

Li gorî rêziknameyê peydakirina hemû pêwîstiyên tenduristî û dermankirina fîzîkî ya gaziyan, başkirina rewşa madî, amadekirina wan bi awayekî baş da ku tevli civakê bibin û xebat û çalakiyên xwe bidomînin.

Konferans bi hilbijartina desteya komleyê ku ji 9 kesan pêk tê, erkdarkirian 3 kesan ji wan ji bo xebatê sekertêriyê ya komleyê, bidawî bû.

Back to top button