Artêşa niştimanî ya Lîbî hişyarî da keştî û firokeyên biyanî, ku bê agahî, nêzîkî Lîbyayê nebin.
Berdevkê artêşê Ehmed Mismarî li ser rûpela xwe Facebookê daxuyeniyek belav kir, tê de dawaz ji dewletên ku keştî û firokeyên xwe dişînin Lîbyayê, ku wan agahdar bikin.
Mismarî hişyarî da ku eger ew neyên armanckirin, ew ê çi keştî û firokeyên biyanî ku nêzîkî Lîbyayê bibin, bikin armanc.
Ev hişyarî di demekê de tê ku keştî û firokeyên dewleta Tirk, veguhastina çek û çeteyan bo hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî, dewam dikin.
Herî dawî jî çarşema borî, firokeyeke barhilgir Tirkî, nifşekî çeteyan anî û li baregeha Wetiya ya li rojavayî Terablusê danî.
Fransa banga rawestandina destwerdanên derve kir
Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian jî îro di hevdîtina wî bi hempîşeyê xwe yê Siûdiyê Feysel Bin Ferhan re banga rawestina destwerdanên derve di Lîbyayê de kir.