ÇETE LI SER KONTROLKIRINA DEVERAN BI HEV DIKEVIN

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker carek din xwe bi xwe li Efrînê bi hev ketin.

Vê carê jî çeteyên Cebhet el-Şamiya û Firqet Hemzat li gundê Basûta ya navçeya Şêrewa bi hev ketin.

Li aliyekî din jî her talan û binpêkirinê wan li dijî sivîlan berdewam e

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku şerek di navbera çeteyên Cebhet el-Şamiya û Firqet Hemzat li gundê Basûta ya Şêrewa, rû da.

Li gorî agahiyan, komeke çeteyên Cebhet el-Şamiya hewl dan derbasî Basûtayê ya di bin destê çeteyên Hemzatê de bibin û wê ji destê wan derxînin.

Malperê diyar kir ku şer li ser rêbendeke kontrolê rû da.

ÇETE KARMENDÊN RÊVEBRIYA XWESER LI EFRÎNÊ DIGIRIN

Malpera AFRINPOSTê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hemû datayên karmendên ku berê bi rêveberiya Xweser re dixebitîn, li ba xwe tomar kirin.

Çavkaniyê got, çeteyên bi navê qaşo polîsên leşkerî dest bi revanidna wan kesan kiriye û wan dibin dadgehê da hemû agahiyan ji wan bistînin.

Her wiha 50 heya 200 hezar L.S weke bacê ji wan distînin.

ÇETE RÊYA 4 ŞÊNIYAN DIGIRIN Û TIŞTÊN WAN DESTESER DIKIN

Heman çavkaniyê ragihand ku çeteyên Feyleq el-Şam duh şêniyên bi navê Mihemed Selah Sîdo, Mihemed Mistefa Sîdo, Mihemed Ehemed Ibrahîm û Dawûd Hisên Îbiş dema ku berê xwe didan bazargeha navçeya Raco girtin û ew birin gundê Kîla ya navçeya Bilbilê.

Li gorî agahiyan, çeteyan hemû pereyên bi wan re ku digihaşt 500 hezarê Sûrî û telefonên wan ji wan standin.

Her wiha erebeya Mihemed Selah Sîdo jî desteser kirin.

Çavkaniyê diyar kir ku Mihemed Sîdo ji gundê Kotana ye û diçû navçeya Raco da pêdiviyên ezaya bavê xwe bîne.

Li aliyekî din jî, Malpera Çavdêriya Efrînê wêneyek ku ji girtîgehên dewleta Tirk a dagirker hatiye kişandin, belav kir.

Di wêneyê de, binpêkirin û êşkencekirina hovane ya dewleta Tirk û çeteyên wê ku li dijî Efrîniyan pêk tînin, diyar dibe.

Li gorî çavkaniyê, wêne ji girtîgeha gundê Mîdan Ikbisê ku serçeteyê bi navê Ebû Elî Sico yê Feyleq el-Şam bi serperiştiya MIT a Tirkî ye bi rê ve dibe.

Leave a Reply

Back to top button