Di civînên îro de têkiliyên bi Tirkiyê re tên nîqaşkirin

Di civîna YE ya dê îro jî bê lidarxistin de, duh bi beşdariya serkirdeyên 27 welatan dest pê kir.

Di civînê de, gelek mijar tên nîqaşkirin, yek ji van mijaran jî, tevgera dewleta Tirk li rojhilatê Deryaya Spî ye.

Piştî ku Enqere, vegera keştiya Oruç Reis ji bo lêgerîna li gazê li rojhilatê Deryaya Spî ragihand, Yûnanistan û Qibrisê dîsa daxwaza nîqaşkirina mijarê di lûtkeya Ewropî de, kir.

Tê payîn, di civînên îro yên lûtkeyê de, siyaseta derve ya YE û têkiliyên wê bi Tirkiyê re werin nîqaşkirin.

Back to top button