JINEKE DAIŞ’Î: DAIŞ ENDAMÊN XWE WEK MERTALÊN ZINDÎ BI KAR TÎNE

Kesên ku tevlî çeteyên DAIŞ’ê bûne bûyerên sosret bi wan re derbas dibin.

Ji lewma her kesek û bi taybet jin dema rizgar dibin serpêhatiyên xwe dibêjin.

Vê carê jina DAIŞ`î ya bi navê Kurdiyê El-Etiye ya ji şêniyên gundê Minbicê ye tekez kir ku çeteyên DAIŞ`ê endamên xwe weke mertalên zindî bi kar tînin.

QSD xebatên derxistina malbatên çeteyên DAIŞ`ê ji berîka dawîn a DAIŞ`ê li gundê Baxozê didomîne.

Rojane bi sedan malbatên DAIŞ`î di nav de biyanî, Iraqî û Sûrî, digihêjin kampa Holê.

Ji nav wan jina bi navê Kurdiyê El-Etiye ya ji şêniyên gundê Minbicê ye.

Kurdiyê El-Etiye serpêhatiya xwe wiha dibêje.

Hevserê min tevli çeteyên DAIŞ`ê bû û bi rêya korîdorên ku QSD`ê vekirine,em gihîştin kampa Holê.

Hevserê min bazirganê pez bû, dema DAIŞ`ê herêmê dagir kir, tevli wan bû û bi wan re hat Dêrazorê.

Min Qebûlnekir ez pê re biçim lê wî ji min re got ez ê te berdim, ez mecbûr bûm ez biçim.

Kurdiyê destnîşan kir ku çeteyan nedihişt ku ew ji Baxozê derkeve bi hinceta ku mayîn li ser rê hene.

Kurdiyê di berdewama gotinên xwe de diyar kir ku hevserê we di encama ku çeteyên DAIŞ`ê ew wek mertalên zindî li Baxozê bi kar anîn birîndar bûy û got:

“DAIŞ`ê piştî ku di erdnî gareyeke biçûk de hatiye dorpêçkirin, êdî endamên xwe wek mertalên zindî bi kar tîne.”

jina DAIŞ`î ya bi navê Kurdiyê El-Etiye di dawiyê de tekez kir ku hevserê wê piştî ku gihaştine kampê ji nexweşxaneyê re hatiye veguhestin.

Niha li Kampa Holê rewşa me baş e, lê her dem dîmenên çeteyên DAIŞ’ê li ber çavê me naçin, hîn tirsa wan di dilê min de heye.

Leave a Reply

Back to top button