Tevgera Ciwanên Şoreşger a kantona Girê Spî ji şermezarkirina êrîşên dagirkeran li Eyn Îsayê konê çalakiyên vedan.MIX:
Tevgerê li navçeya Eyn Îsayê konê çalakiyê vedan û tekez kir ku ew ê li hemberî planên dewleta Tirk a dagirker û êrişên li dijî navçeya Eyn Îsayê li ber xwe bidin.
Di çalakiya konvedanê de, bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a kantona Kobanê Elî El-Ehmed daxuyaniyek da û êrişên dagirkeran ên li dijî navçeyê şermezar kir.
Di daxuyaniyê de bêdengiya aliyên navneteweyî û hêza garantor a Rûsyayê li hemberî êrişên li dijî sivîlan yê herêmê hate şermezarkirin.
Her wiha hate tekezkirin ku wek Tevgera Ciwanên Şoreşger a kantona Kobanê wê li dijî êrişên barbarî yên dewleta Tirk piştgiriyê bidin berxwedana şêniyên navçeya Eyn Îsayê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD).
Tê payîn ku çalakiya konvedanê wê 3 rojan dewam bike û şandeyên ji Minbic, Reqa û Tebqayê jî beşdar bibin.