Şandeya Rêveberiya Xweser a Şengalê li Bexdayê hevdîtinan didomîne

Hevdîtinên şandeya Rêveberiya Xweser a Şengalê li Bexdayê didomin. Berdevkê Şenadeyê Faris Herbo diyar kir ku di hevdîtinan de nêzîkatiyên erênî hene.

Piştî gefên dewleta Tirk ên li ser Şengalê, şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Şengalê serdana paytexta Iraê Bexdayê kir.

Şandeyê bi gelek aliyên sîyasî yên di Perlemnatoya Iraqê de hevdîtin pêk anîn.

Berdevkê Şenadeya Rêveberiya Xweser a Şengalê Faris Herbo têkildarî hevdîtinan ji Rojnews’ê re axivî.

Herbo da diyarkirin ku piştî peymana dagirkirina Şengalê, Rêveberiya Xweser di nava hewldanan de ye û da zanîn ji ber van hewldanan peyman heta niha nehatiye pêkanîn.

Herbo wiha got, “Di hevdîtinan de me daxwaz ji hemû aliyan kir ku bi hevre li hemberî dewleta Tirk xwedî helwest bin.”

Faris Herbo diyar kir di hevdîtinan de nêzîkatiyek êrênî heye.

Back to top button