Îtîlafa Sûrî piştgirî da encamnameya civîna sêalî ya li Dewhayê

Piştî têkçûna rûniştinên Astanayê, civîna sêalî ya ku li paytexta Qeter Dewhayê berdewama kûrkirina aloziya Sûriyê pêk hat.
Îtîlafa opozîsyoana Sûrî, piştgiriya xwe bi encamneya wê de, Qeter û Tirkiyê weke biryarên xwe bi nav kir.
Li aliyê din jî, Amerîka asakirina Têkiliyên xwe bi Esed re red kir.

Îtîlafa Sûrî, piştgiriyê dide civîna sêalî ya Tirkiye, Qeter û Rûsyayê..

Têkildarî dosyaya Sûrî, Pêncşemê, ev civîn navbera Wezîrên Karên Derve yên Rûsya, Tirkiye û Qeterê, li Dewhaya paytext li dar ketibû.

Di encamnameya civînê de, hate diyarkirin ku hersê aliyan li dijî “hewldanên cudakariyê li Sûriyê” û “çareya leşkerî ne pêkan e”, li hev kiriye.

Îtîlafa Sûrî jî ragihand ku ew bi vê encamnameyê re ne.

Ev Îtîlafa ku desteka xwe rasterast ji Tirkiyaya dagirker distîne, îşaret pê kir ku ew pir bi rola Enqere û Dewhayê bawer in û Rûsya bi astengkirina çareseriya aloziyê tawanbar kir.

Balkêş e, ev hevdîtina sêalî bi taybet piştî têkçûna rûniştinên Astanayê û danûstandinên Komîteya Destûrê yên li Cinêvê, pêk tê.

Lewra, Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bedran ÇiyaKurd ev civîn bi hewldanên pûç “ji bo rizgarkirina rejîma Sûriyê” pênase kir.

Ji ber li gorî Çiyakurd, Qeter roleke neyînî di dosyaya Sûriyê de lîstiye.

“Amerîk têkiliyan bi Esed re asa nake”

Girêdayî mijara rizgarkirina vê rejîmê, Beşar El-Esed, xwe ji hilbijartinên Serokatiyê ku dê di navbera 16’ê Nîsan û Gulanê de werin lidarxistin de, amade dike.

Amerîka ji roja destpêkê de helwesta xwe li dijî lidarxistina hilbijartinan nîşan daye, niha dîsa heman helwestê dubare dike û dibêje ew ê ti têkiliyan bi Esed re asa nekin..

Amerîka ev yek li ser zimanê, Berdevkê Wezareta xwe ya Derve Ned Price nîşan da.

Li gorî Price, DYA piştgiriya berdewamkirina danûstandinên siyasî ji bo Sûriyê dike, lê wê Waşington ti carî têkiliyan bi rejîma Sûrî re asa neke.

Di vê navberê de jî, çavê her kesî li civîna Konseya Ewlekariyê ye, ku tê payîn vê mehê were lidarxistin, da dosyayên Sûrî bi temamî nîqaş bikin, di nav de mijara cezakirina Beşar Esed jî heye.

Back to top button