Enqere hewl dide têkiliyan digel Misir û çend welatên Kendavê asa bike

Tirkiye ji bo firehkirina qada dagirkeriya xwe, serî li rêbazên nerm dide. Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu di çarçoveya “pêkanîna ajindeyên siyasî de da xuyakirin ku wan li ser gelek astan bi Misirê re dest bi têkiliyan kiriye û anî ziman ku “eger Siûdiye û Îmarat jî vê yekê bixwazin, ew amade ne. Lê heta niha Misir bersivek fermî nedaye.

Tirkiye ji bo xwe bigihîne Afrîkayê û lingê xwe li wir baş rade, her wiha ji bo gelek dosyayê din ên herêmî, dixwaze bi çi awayî mabe, têkiliyên xwe digel Misir û hin welatên Kendavê asa bike.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu duh da xuyakirin ku wan di çarçoveya dosyayên siyaseta derveyî de, peywendiyên dîplomatîk digel Misirê piştî qutbûna 8 salan, bi gavên biçûk dest pê kiriye û anî ziman ku asakirina têkiliyan hêdî hêdî bi rê ve diçe.

Li gorî ajansa nûçeyan Bloombergê, Çavuşoğlu dibêje ku ti sedem nîne ew digel Siûdiye û Îmaratê jî têkiliyan asa bikin, “eger gavine erênî di vê çarçoveyê de biavêjin”.

Serokkomarê Tirkiyê jî di heman çarçoveyê de got ku ew dixwazin bi Misirê re hevdîtinên dîolomatîk bidomînin û bi pêş bixin.

Tirkiye, di bin sîwana qaşo “pêkanîna aştî û aramiya herêmî” de, di nava hewldanan de ye ku bi Misir û çend dewletên kendavê re têkiliyan bi armanca pêkanîna ajendiyên siyasî li Rojhilata Navîn û Qiloçê Afrîkî, geş bike.

Çavdêr dibêjin: Gaza Deryaya Spî li pişt nermbûna Tirkiyê ya hemberî Misirê heye.

Ji çaxa vederkirina serokkomarê berê yê Misirê Mihemed Mursî yê girêdayî Îxwanan, têkiliyên Misrî-Tirkî ji ber dosyaya sînorên deryayî, Lîbya, Sûriye û Iraqê, qut bûne.

Herçend Tirkiye destpêkirina asakirina Têkiliyan digel Misirê dibeherîne jî, ya dawî hebûna ti peywendiyan heya vê gavê fermî ranegihandiye.

Back to top button