Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê Cejna Newrozê pîroz kirin û peyama têkbirina Dehaqên nû dan.
Bi dehan gerîla li hev kom bûn û agirê Newrozê pêxistin.
Yek ji fermandarên HPG’ê Dersim di pîrozbahiya Newrozê de axivî û Newroz li gerîlayan pîroz kir.
Dersim diyar kir pergala zilmê, ‘ti caran ne heta hetayê ye” û got ew ê nîşanî her kesî bidin ku tevgera fedayî ya Apocî wê têk neçe.
Dersim wiha got:
“Pergala zilmê û zalim her demê têk çûne. Îro jî faşîzma AKP-MHP’ê û pêşengê wan Erdogan, Bahçelî Deheqên niha ne. Em ê dewleta Tirk û Erdogan weke Deheq têk bibin.
Emê di sala 2021’ê nîşan bidin ku gerîla her dem bi ser dikeve û hêzeke wiha ye ku qet têk naçe. Mînaka vê ya herî berbiçav serketina Garê ye.”