Prosesa dengdanê li derveyî Sûriyê li hin welatan bi dawî bû

Di nava paşguhkirina helwestên civaka navdewletî, duh 20’ê gulanê prosesa dengdanê ya hilbijartinên serokatiya hikumeta Şamê li derveyî Sûriyê dest pê kirin.

Komîteya bi navê “Dadmendiya bilind a Hilibijartinên li Sûriyê” ku bi ser hikumeta Şamê ve ye idîa kir ku “prosesa dengdanê li derveyî Sûriyê ji ber zêdebeşdariya Sûriyan heta êvara îro hat dirêjkirin”.

Prosesa dengdanê ku hin welatên weke ku Awistralya, Japonya, Hindistan û Çînê bi dawî bû.

Lê li hin welatên weke Almanya û Tirkiyê rê nehat dayîn ku sindoqên dengdanê bên dayîn.

Adara borî jî DYA hişyarî dabû Beşar Esed ku eger bi serperiştiya NY birêve neçin, Rêveberiya Joe Biden wê van hilbijartinan nas neke.

YE jî diyar kiribû ku gerek e, hilbijartin li gorî biryara NY a jimar 2254ê bên lidarxsitin.

Back to top button