KOSOVA 110 HEMWELATIYÊN XWE YÊN DAIŞ’Î WERGIRTIN

Şervanên QSD’ê di şerê xwe yê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de serkeftinên dîrokî bi dest xistin. Di pêngavên xwe yên ji Til Hemîsê despêkirî û li Dêra Zorê qedandî de bi hezaran çete girtin. Lê hebûna van çeteyan li cihekê, metirsiya li ser herêmê dide avakirin. Lewra ji bo darizandina van çeteyan Rêveberiya xweser a Bakur û rojhilatê Sûrî bang li welatan kiribûn ku welatiyên xwe bibin û li gel xwe darizînin. Herî dawî hikumeta Kosovayê 110 welatiyên xwe ji bo darizandina wan wergirtin û birin gel xwe.

Bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî di pêngavanên şervanên QSD’ê de hatine girtin.

Hêjmara mezin a van çeteyan bûye metirsiya li ser ewlekariya li herêmê.

Ji ber vê yekê rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûrî bi dehan carî daxuyanî dan ku welatî werin û van DAIŞ’iyên xwe werbigrin û bibin gel xwe.

Piştî van daxuyaniyan hikumeta Kosovayê 110 welatiyê xwe yên ku endamê DAÎŞ’ê bûn bi malbatên wan re birin welat.

Wezîrê Dadê yê Kosovayê Abelard Tahiri diyarkir ku wan bi alîkariya Amerîkayê ev kes birine welatê xwe.

Rayedaran diyarkirin ku ji van kesên ku vegeriyane 4 ji wan çete 32 jin 74 jî zarokin.

Ji van zarokan dê u bavên 9 zarokan nediyar e.

4 endamên DAÎŞ’ê li balafirxanê hatine binçavkirin.

Dozgerê Komara Priştine diyarkir ku di derbarê van kesan de di demekî kin de, wê lêpirsîn were dest pêkirin.

Piştê kar û barên fermî ev çete û malbatên wan bi otabusan birin ciheke taybet.

Wezîrê Dadê Tahirî diyar kir ku ew dinava hewildanana de ne ku hemû welatiyên xwe yên tevlî çeteyan bûne vegerînin û darizînin.

Abelard Tahiri dazanîn ku wek Kosova ewê destur nedin ku welatiyên wan ji bo Rojava bibin gef.

Tê texmînkirin ku bi derketina çeteyên DAÎŞ’ê u destpêkirina şerê li Surî heta niha 300 hemwelatiyên wan beşdarê nava refên çeteyan bûne û ji van 70 kes di şer de hatine kuştin.

Lê heta niha derbarê wergirtina van çeteyan de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ti daxuyaniyek ne daye.

Beriya niha DYE’ê bang li hemû welatan taybet jî welatên Rojava kiribû ku hemwelatiyên xwe yên DAIŞ’î ku li gel Hêzên QSD’ê girtîne werbigrin û darizînin.

Welatên endamê YE’yê ne jî ji bo van çeteyan bînin welatên xwe li rê u rêbazên cuda digerin.

Leave a Reply

Back to top button