Pirtûkên Rêber Apo li Cîhanê belav dibe

Pirtûkên Rêberê Apo ku bala cîhanê dikişîne ser xwe, li gelek welatan tê xwendin.
Herî dawî pirtûka Rêber Apo a ku bi zimanê Ermenî hatiye wergerandin, li dibistaneke perwerdehiyê ya Êrîvanê bi xwendekaran re hat nasandin.
Dîroknas Armen Vosnakyan diyar kir ku Rêber Apo beriya 20 salan di pirtûkên xwe de rewşa îroyîn nivîsandiye.

Pirtûkên Rêberê Apo bala cîhanê dikişîne ser xwe.

Pirtûkên ku Rêber Apo di bin zorî û zehmetiyên tecrîda li îmraliyê de nivîsandine niha li seranserî cîhanê belav bûye.

Destpêkê li Kurdistanê niha jî li gelek welatên cuda têne xwendin.

Pirtûkên Rêber Apo li Ermenistanê balê dikşîne

Pirtûka Şaristanî, Xwedayên Bi Maske û Serdema Qralên Veşartî ku di sala 2004 hatiye nivîsandin û bi zimanê Ermenî hate wergerandin li Kompleksa Perwerdehiyê ya Êrîvanê Mkhîtar Sebasatsî hate nasandin.

Mamosteyên dibistanê û bi dehan xwendekar di merasîma danasînê de amade bûn.

Dîroknas Armen Voskanyan, Hevserokê Komîteya Kurdistanê Silo Dirboyan û rojnameger Lianna Mihoyan weke axaftvan beşdar bûn.

Armen Vosnakyan: Abdullah Ocalan beriya 20 salan rewşa îroyîn nivîsandiye

Dîroknas Armen Vosnakyan diyar kir ku ev demeke dirêj e li bendê ne ku ev pirtûk ji bo zimanê ermenî bê wergerandin û got:

“Abdullah Ocalan beriya 20 salan di pirtûkên xwe de rewşa îroyîn nivîsandiye.

Dema ku me ewil xwend, me bi zehmetî bawer dikir ku wî ev pirtûk 20 sal berê nivîsandiye.

Pêşbîniyên wê demê yên Abdullah Ocalan îro yek bi yek derdikevin holê.

Wergerandina pirtûkê bo zimanê ermenî ji bo herdu miletan jî pir girîng e.

Dewleta Tirk çiqasî hewl da ku zext û zorê li felsefe û îdeolojiya Abdullah Ocalan bike jî bi ser neket.

Abdullah Ocalan her çiqas di girtîgehê de ye jî bi pirtûkên xwe fikir û felsefeya xwe ji hemû cîhanê re radigihîne.”

Lianna Mihoyan: Têkîliyên Kurd û Ermenan bi saya van pirtûkan xurtir dibe

Rojnameger Lianna Mihoyan jî got:

“Di têkiliyên Kurd û Ermenan de jixwe pirek hatiye çêkirin. Ev têkilî bi saya vê pirtûka Abdullah Ocalan û bi giştî felsefeya ku daye pêş me hîn xurtir dibe.”

Silo Dirboyan: Gelê ji bo wekhevî û edaletê têdikoşin fikrê Rêber Apo qebûl dikin

Hevserokê Komîteya Kurdistanê Silo Dirboyan li ser paradîgmaya Rêber Apo axivî û got:

“Abdullah Ocalan sîstemeke konfederal afirand.

Ev sîstem êdî ji aliyê hemû kesên bindest û ji bo wekhevî û edaletê têdikoşin tê qebûlkirin.”

Back to top button