Rêxistinên NY`yê rewşa Kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê paşguh dikin

Rêxistinên NY`yê rewşa Kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê paşguh dikin.
Zêdetirî 25 hezar malbatên ji deverên Sûriyê koçber bûne li 111 Kampên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dimînin.
Piştî ku WHO`yê biryara rawestandina alîkariyan ji bo Kampan da, rewşa koçber û penaberan xerabtir bûye.

Zêdetirî 25 hezar malbatên ji deverên Sûriyê koçber bûne di rewşên zehmet de li 111 Kampên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimînin.

Piştî ku Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (WHO) yê biryara rawestandina pêşkêşkirina alîkariyan ji bo kampan da, rewşa koçber û penaberan xerabtir bû.

Hem wextî rawestandina alîkariyan, pêdiviyên koçber û penaberan bi stragehên guncew, binesaziya tenduristiyê, ava vexwarinê ya paqij û perwerdeyê zêde bû.

Alîkariyên ku rêxistinên Neteweyên Yekbûyî NY pêşkêşî kampên herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin, têrê nakin.

41 li Kantona Minbicê hene

Li kantona Minbicê 41 kamp hene. Ji wan 2 birêxistinkirî û 39 bêserûber in.

Di kampan de 2 hezar û 584 malbat hene piraniya wan ji herêmên hikumeta Şamê ne wek rojhilatê Helebê, Sifîrê, Bab, Dêrhafir û Meskenê yê Himsê.

Koçberê ji Dêrhafirê yê rojhilatê Helebê Derwîş Elî El Casim ku li kampa Resim El Exder a nû dimîne axivî û got:

“Rewşa binesazî li kampê xerab e. Navenda tenduristiyê bê dermane. Em zahmetiyan dikêşin.”

11 Kampên li Tebqayê ne

Li kantona Tebqayê 11 kamp hene. Ji wan 2 birêxistinkirî û 9 bêserûber in. Tê de 4 hezar û 136 malbat hene.

11 Kamp Dêra Zorê heye

Li kantona Dêrazorê 9 kampên bêserûber û 2 yên birêxistinkirî hene. Tê de 6 hezar û 77 malbat dimînin.

Koçbera ji herêmên hikumeta Şamê Xezne El Feyad jî axîvî û ev tişt anîn ziman:

“Em ji 6 salan ve koçber bûne û rewş her ku diçe xerabtir dibe.

Lê niha xizmetên sereke ji ser me kêm bûne.”

50 Kamp li Reqayê heye

Li kantona Reqayê jî 50 kampên bêserûber hene. Tê de 13 hezar malbat bi cih bûne.

Rewşa wan jî xirab e. Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê ji bo peydakirina çareseriyan di nava hewldanan de ye.

Hewldanên rêveberiya xweser

Der barê rewşa kampan û rêbazên vegerandina koçberan li warên xwede piştî misogerkirina mafên wan, hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Koçberan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed axivî û ev tişt anî ziman:

“Hemwextî paşguhkirina NY’ê, rewşa kampên li herêmê zehmet e.

WHO û Rêxistina Tenduristiyê ya NY bi awayekî fermî ragihand ku ew ê êdî alîkariya tenduristiyê ji bo kampan kêm bikin.

Em wan koçberan ji kampan û hewl didin wan tev li civakê bikin ji bo ku bi xwe debara xwe bikin û bikarên li derveyî kampan bijîn.”

Back to top button