Kremlîn: Hêzên aştiyê yên Rûsî ji Qerebaxê vedikişin

Artêşa Azerbeycanê di sala 2020’an de li dijî Qerebaxê dest bi operasyona leşkerî kiribû û piştî şerê 6 mehan hin herem girtin.
Di 10’ê Mijdara 2020’an de jî bi navbeynkariya Rûsyayê agirbesta Azerbaycan û Ermenîstanê pêk hat.
Di çarçoveya agirbestê de, nêzî 2 hezar hêzên aştiyê yên Rûs li herêmên Qerebaxê yên di destê Ermeniyan de
hatin bicihkirin.
Ev çend rojên dawî de hêzên aştiyê yên Rûsî li heremê vedikişin û ev yek ji hêla Kremlînê ve hat piştrastkirin.

Rûsya û Azerbeycanê ragihandin ku hêzên aştiyê yên rûsî ji Qerebax û herêmên din dest bi vekişînê kirine.

Di dîmenên ku li Azerbaycanê li ser medyaya civakî hatin parvekirin de, wesayîtên zirxî yên rûsî yên ku ber bi Daxistanê ya li başûrê Rûsyayê ve diçin, hatin dîtin.

Kremlînê jî vekişîna hêzên Rûsyayê piştrast kir.

Li gorî nûçeya Reutersê, ji Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov hat pirsîn ku îdiayên ku di nûçeyên Azerbeycanê de derbarê vekişîna hêzên Rûsyayê ji Qerebaxê de tên kirin, rastiyê nîşan didin yan na.

Peskov bersiva vê pirsê da û got: “Belê, rewş ev e.”

Ajansa APA ya Azerbaycanê duh di raporekê de ragihandibû ku hêzên aştîparêz ên Rûsî ji Qerebaxê dest bi vekişînê kirine û yekem hêz û kelûpel ji herêmê derketine.

Li şuna hêzên Rûsî polîsên azerî hatine bicîhkirin

APA ragihand ku li şûna hêzên Rûsî polîsên Azerbaycanê hatine bicihkirin.

Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a Azertac a Azerbaycanê, Şêwirmendê Siyaseta Derve yê Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev Hikmet Haciyev jî diyar kir ku derbarê vekişînê de lihevkirin çêbûye.

Haciyev bal kişand ser peymana sê alî ya ku di 10’ê Mijdara 2020’an de hat îmzekirin û diyar kir ku biryar hat dayîn li gor vê peymanê “aştîparêzên rûsî yên bi awayekî demkî li ser xaka Komara Azerbaycanê hatine bicihkirin” dest bi vekişînê bikin.

Dema wezîfeya hêzên aştîparêz ên Rûsyayê di sala 2025’an de bi dawî bû.

Agirbesta Ermenistan û Azerbeycan

Artêşa Azerbeycanê di sala 2020’an de li dijî Qerebaxê dest bi operasyona leşkerî kiribû.

Azerbaycanê dawiya şerê ku nêzî 6 hefteyan dom kir, hin herêmên Qerebaxê girtin.

Şer di 10’ê Mijdara 2020’an de bi agirbesta ku ji aliyê Serokomarê Azerbaycanê Aliyev û Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan ve bi navbeynkariya Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn hatibû îmzekirin, bi dawî bû.

Di çarçoveya agirbestê de, nêzî 2 hezar hêzên aştiyê yên Rûs li herêmên Qerebaxê yên di destê Ermeniyan de hatin bicihkirin.

Back to top button