Amerîka bi veşartî moşekên dûravêj radestî Ukraynayê kir

Ukrayna naxwaze bajarê xwe yê stratejîk Çasov Yar winda bike, ji bo yî vê hejmarek zêde leşkerên xwe bicîh dike.
Leşkerên Ukraynayê bendê ne ku çek û cebilxaneyên ku Kongreya Amerîkayê erê kiriye bigihêje destê wan.
Her wiha derket holê ku Amerîka dema şandina alîkariya 300 mîlyon dolarî moşekên dûravêj jî bi veşartî şandiye Ukraynayê.
Li aliyê din serokê Ukraynayê Vladimir Zelenskiy diyar kir ku di destê wî de agahiyên teqez hene ku Rûsya çawa plan dike ku Civîna Aştiyê têk bibe.
Zelenskiy bal kişand ser wê yekê ku serokên dewletan dê di demeke nêzîk de ji bo lûtkeyê bên vexwendin.

Rayedarên Amerîkî piştrast kirin ku Ukrayna mûşekên dûravêj ên ku bi dizî ji hêla Washington ve hatî peyda kirin li dijî hêzên Rûsî bikar anîn.

Hat destnîşankirin ku ev çek di çarçoveya pakêta alîkariyê ya 300 milyon dolarî ya ku meha borî ji aliyê Serokê Amerîkayê Joe Biden ve hatibû qebûlkirin û vê mehê ji Ukraynayê re hatibûn şandin.

Medya Amerîkî ragihand ku mûşek herî kêm carekê ji bo lêdana hêzên Rûsî li Kirimê hatine bikar anîn.

Amerîka berê pergalên mûşekên taktîkî yên menzîla navîn dişand, lê ji şandina çekên bihêztir nerazî bû, beşek ji ber fikarên derbarê amadebûna leşkerî ya Amerîkî de.

Lê belê hat diyarkirin ku Biden di meha Sibatê de ji bo şandina pergala moşekên dûravêj ên menzîla wan 300 kîlometro ye erê kiriye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve Vedant Patel got:

“Ez dikarim piştrast bikim ku bi talîmata rasterast a Serokê Amerîkayê moşekên dûravêj dane Ukraynayê.”

Bajarê Çasov Yar a Ukraynayê di bin dorpêça Rûsyayê de ye

Bajarê Çasov Yar dike rojhilatê Ukraynayê.

Rûsyayê hewl dide heta 9’ê Gulanê vî bajarî bidest bixe.

Artêşa Ukranayê ku li Çasov Yarê di bin dorpêça Rûsan de ne, li benda alîkariya çek û cebilxanê ne.

Leşkerên Ukranî diyar kirin ku heya çekên nû werin li Çasov Yarê li ber xwe bidin.

Her wiha leşkeran diyar kir ku Rûsya bi teqemeniyan mewziyên wan rûxandine, bi dronan her tişta ku hereket dikin lêdixin.

Çasov Yar, li hemberî Bahmutê, ku Moskowê di şerê herî bixwîn a sala borî de bi ser ket, xwedî girîngiyeke stratejîk e.

Ger Kîev vî bajarî winda bike, îxtîmala windakirina herêmên din ên ku di vê havînê de li herêma Donetsk kontrol dike, gelekî zêde dibe.

Zelenskiy: Divê piraniya cîhanê li lûtkeya aştiyê be

Serokê Ukraynayê Vladimir Zelenskiy diyar kir ku di destê wî de agahiyên teqez hene ku Rûsya çawa plan dike ku Civîna Aştiyê têk bibe.

Zelenskiy bal kişand ser wê yekê ku serokên dewletan dê di demeke nêzîk de ji bo lûtkeyê bên vexwendin û wiha got:

“Bi rastî girîng e ku piraniya cîhanê di lûtkeyê de be, ne tenê ji bo Ukraynayê.

Cîhan çiqas çalaktir be ji bo avakirina aştiyek adil ji bo Ukraynayê, îxtîmal e ku yên din li cîhanê nebin qurbaniyên van êrîşan.

Di lûtkeya meha Hezîranê de, em ê li ser prensîbên yekem ên aştiyê li hev bikin.”

Zelenskiy diyar kir ku heger Kremlin di êrîşên xwe de çi qas lewaz bibe, dikarin Rûsyayê neçarî aştiyê bikin û ev tişt anî ziman:

“Her serok, her dewlet û her balyozek ku di parastina hewayî de alîkariya me dike, ne tenê dê jiyana xwe xilas bike, dê daxwaza şer a Rûsyayê jî kêm bike.”

Back to top button