Di çarçoveya pêngava ewlehiyê ya hêzên Asayîşê li rojavayê Dêrazorê jî 10 kesên ji bo edaletê dihatin xwestin, hatin girtin.
Li Dêrazorê ji bo parastina ewlehî û pêkhatina edaletê jî hêzên Asayîşê di tevgerê de bûn.
Di çarçoveya pêngava ewlehiyê, hêzên Asayîşê li bajarokên El Hesan, El Cîa û El Cenîne oparasyon pêk anîn.
Di encamê de, 10 kesên ji aliyê edaletê ve dihatin xwestin hatin girtin.
Her wiha miktareke zêde ya çek, cebilxane, belge û narkotîkê di dema oparasyonê de, ji aliyê hêzên asayîşê ve hatin dîtin.
- Hebên hişbir, 37
- 29 gram heşîşa hişbir
- 34 gram kokaîn
- damanceyek 10 û nîv bi cebilxanê ve
- 10 cercûrên kilaşînkovê
- 150 mermiyên kilaşînkovê
- 4 narincok
- Kalaşnîkov 1
- 178 mermiyên Bêksî
- heşweya dronê 1
- amûrên bikaranîna hişbirê
- qelûnên ji bo bikaranîna hişbirê
- rextên leşkerî 3
- çeteyên leşkerî 1
- rextên damanceyê 3
- 6 diravên DAIŞê, 25 fils
- sebetana Bêksî yê xerab 1
- fewheya bêksî yê xerab
- exmesa kilaşînkovê 2
- 3 cîhazên peywendiyê
- Kaxez û belge
Asayîşê dawiyê careke din teqezî li ser pêkanîna aramiya li herêmê kir û got:
Yên hewil didin vê yekê têkbibin jî wê bibin armanca hêzên wan û bêne girtin.