Dîroka Mala Barzanî bi xiyanetê dagirtî ye

Dayik û bavên şehîdan ên ji Efrînê yên li Şehbayê dimînin, diyar kir ku hêviyek hebû ku mala Barzanî ji xeta xiyanetiyê vegerin, lê ev xiyanet ji dîrokê ve tê.

Suriye Hebeş a dayika Şehîd Reşîd wiha got:

“Ji dema êrişa li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û hildana ala Tirkiyê li ser kela Hewlêrê, diyar bû ku mala Barzanî dest ji xiyaneta xwe bernedane.

Ji destpêka dîrokê ve xiyanet di xwîna wan de heye.

“Li Kurdbûna xwe xwedî derkevin”

Her wiha Asya Ebdo dayika şehîd Canxort jî wiha got:

“Bila mala Barzanî destpêkê xwe bide naskirin.

Kurd e yan na? Bi her awayî xiyanetê dikin.

Di her kêliyê de nikare bi ala xwe derbasî Tirkiyê bibe, lê dihêle li kela Hewlêrê ala Tirkiyê hebe.
Ka kurdbûna te?”

Mala Barzanî asta xiyanetê derbas kiriye

Her wiha Hesen Berko ê bavê şehîd Şîlan jî bertek nîşan da û got:

“Dîroka mala Barzanî bi xiyanetê dagirtî ye.

Herî dawî sala çûyî sedsaliya komara Tirk pîroz kirin.

Beriya vê hêviya me hebû ku dest ji xiyanetê berde, lê Mala Barzanî ji xeta xiyanetê tu carî venagere.”

Back to top button