Hevserokên giştî yên DEM Partî bi serokê CHP’ê re civiyan

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari bi Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel re hevdîtin kir.
Piştî serdanê daxuyaniyek hevpar hat dayin.
Aliyan têkildarî nîqaşên destûra bingehîn a nû, peyama “pêdivî bi samîmiyetê heye” dan.

Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan-DEM Partî Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan bi Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel re hevdîtin kir.

Şandeya DEM Partiyê ya di hevdîtina li Navenda Giştî ya CHP’ê pêk hat de cih girt, ji aliyê Cîgira Serokê Giştî yê CHP’ê Gamze Taşçier ve hate pêşwazîkirin.

Hat ragihandin sere-navên bingehîn ên hevdîtinê geşedanên rojane û Doza Kobanê bûn.

Doh jî Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş di çarçoveya hevdîtinên destûra bingehîn a nû de ewilî serdana CHP’ê pişt re jî serdana DEM Partiyê kiribû.

Piştî serdan li Navenda Giştî ya CHP’ê pêk hat, daxuyaniya hevpar hat dayîn.

Têkildarî nîqaşên destûra bingehîn a nû peyama “pêdivî bi samîmiyetê heye” hat dayîn

Aliyan di daxuyaniya hevpar de, têkildarî nîqaşên destûra bingehîn a nû peyama “pêdivî bi samîmiyetê heye” dan.

Piştî daxuyaniyê Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel axivî û da zanîn pirsgirêkên heyî û encamên hilbijartinê bi awayekî erenî nirxandin e.

Hevseroko DEM Partî Tuncer Bakirhan jî peyama “diyalog û muzakereyê” da.

Tuncer Bakirhan bi bîr xist li Tirkiyê di mijara demokrasî û azadiyan de, pirsgirêkên cidî hene û wiha got:

“Divê pirsgirêkên welat bên çareserkirin.

Ev di heman demê de yek ji peywîra bingehîn a partiya muxalefetê ye.

Emê di rojên pêş de, weke muxalefet zêdetir bên cem hev.

Gelên Tirkiyê jî di hilbijartinan de ev peyam daye me. Di çareseriya pirsgirêkên heyî de peywîrên mezin dikevin ser CHP’ê jî.”

Bakirhan, qala nîqaşên Destûra Bingehîn jî kir û got:

“Ewilî pêdivî bi samîmiyetê heye, dema em li rewşa niha dinêrin pirsgirêka samimiyetê tê dîtin.

Di vê mijarê de pêdivî bi normalbûn û paqijiya rê heye. Di rewşeke wiha de weke partî berpirsyartiya dikeve ser milê me, emê pêk bînin.”

Hevseroka giştî Tulay Hatîmogûllari jî, hêvî kir ku encamên piştî hilbijartinên 31’ê Adarê derketine holê bi berpirsyartiyek mezin ji bo komareke demokratîk bi hev re xebatên xwe bimeşînin.

Back to top button