Endamê Meclisa DEM Partiyê Mûsa Pîroglû têkildarî Polîtîkayên şer, xizanî û helwesta muxalefetê li hemberî AKP’ê axivî.
Mûsa Pîroglû got: Divê darbeya di hilbijartinan de li AKP’ê hatiye xistin,bi îstîfaya Erdogan dawî bibe.
Ya ku gel dixe zorê sekna gel a polîtîk e.
Endamê Meclisa Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mûsa Pîroglû derbarê siyasetên AKP-MHP’ê li Tirkiyê nirxandin kir.
Musa Pîroglû anî ziman ku AKP-MHP dixwaze bi polîtîkayên şer desthilata xwe bidomîne û wiha got:
“Divê darbeya di hilbijartinên herêmî de lê hatiye xistin were domandin û bi îstîfaya Erdogan dawî bibe.”
Tirkiye bi polîtîkayên şer û aboariyê yên AKP-MHP’ê ket nava krîzên pirhêlî.”
Mûsa Pîroglû: Desthilata AKP-MHP weke koalîsyona talanê kar dike
Pîroglû da zanîn ku AKP di 22 salan de polîtîkayên neolîberalîzmê dan meşandin, bi awayekî dijminane nêzî kurd û elewiyan bû û axaftina xwe wiha domand:
“Hemû destkeftiyên çîna karkeran ji holê hatin rakirin, bêpîvanî bû rêgez; asta bêsendîkayî û cînayetên kar di cîhanê de gihişt asta herî jor.
Ev desthilat wek koalîsyona talanê kar kir dewlemendiyên binerd, hewa, av û hemû çavkanî talan kirin, gel xizantir bû.
Pîroglû bi bîr xist ku hemû polîtîkayên desthilatê ji bo ku xwe mayînde bike têne meşandin û ev tişt anî ziman:
Em di pêvajoyekî awarte de derbas dibin.
Sendîka, dadgeh, meclis lewaz bûn, polîs û leşker bûn diyarker.
Medya di bin zextê de ye, mirov tên teşhîrkirin, tecrîdkirin û girtin.
Dadgeh bûne alavekî zextê, hiqûq ji holê hatiye rakirin, di şert û mercên Destûra Bingehîn ji holê rabûye de nîqaşên Destûra Bingehî tên kirin.
Ez difikirim ku Erdogan dixwaze ji xwe re dîktatoriyekî wek a serokê Azerbeycanê Aliyev ava bike.
Mûsa Pîroglû: Ya ku desthilatê dixe zorê sekna polîtîk a gel e
Endamê Meclisa DEM Partiyê Mûsa Pîroglû di dawiya axaftina xwe de got:
“Erê desthilat mehkûmê windakirinê ye.
Lê belê divê em li benda perçebûna wê nemînin, nexwe em ê xwe bixapînin.
Ya ku desthilatê dixe zorê sekna polîtîk a gel e.