Nameya Spanyayê ji bo CPT: Ji bo Abdullah Ocalan bikevin tevgerê

Li Spanyayê 81 saziyên civakên sivîl, komale û sendîkavan têkildarê tecrîda girankirî ya li sere Rêber Apo, ji CPT’yê re nameyek nivîsîn û banga ‘bikevin tevgerê’ kirin.
Di nameye diyar kirin ku birêz Ocalan niha 75 salî ye, ev 25 sal in di bin tecrîdeke giran de rastî êşkenceyên hovane tê.
Di heman demê de di nameyê de hat gotin, daxwaza bi mîlyonan Kurd rakirina tecrîdê ye.

Li Spanyayê 81 saziyên civakên sivîl, sendîkavan, komale û akademisyen ji bo Serokê Komîteya Pêşîgirtina li Êşkence û Muameleyên binpêkirina rûmetê ango dijmirovahiyê ya Ewropayê (CPT) Dr. Alan Mîtchell’e nameyek şand.

Di nameye de ev tişt hatin gotin:

“Têkiliyên Ocalan ji aliyê cîhana derve ve hatiye birîn û bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Di vê serdemê de Tirkiye, hewl da Girava Îmraliyê veguherîne ‘tabûteke ku avjeniyê dike’.

Birêz Ocalan ku niha 75 salî ye, ev 25 sal in di bin tecrîdeke giran de rastî êşkenceyên hovane tê. Di vê rewşê de cihê mayîna wî jî nayê zanîn, rewşa wî ya fîzîkî ji bo gelek Kurdên ku wî mîna nûnerê xwe yê siyasî dibînin, mijarek gelek hesas e.”

“Mafê CPT heye ku biçe serdana Îmraliyê bike”

Di nameyê de bi domdarî wiha ji CPT yê re hat gotin:

“Ji ber van sedemên ku zehmetî çêdike, em ji we CPT’yê daxwaz dikin ku bikevin tevgerê.

Mîna CPT’yê mafê we heye ku hûn biçin serdana hemû girtîgehên dewletên alîgirê vê peymanê ku Tirkiye jî di nav de ye.

Ev yek derfet û qabîliyetek dide we ku hûn komeke xwe ya pispor bişînin Îmraliyê; hikûmeta Tirk mecbûre bêsînor rê bide we ku hûn Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin û hevdîtinek taybet pêk bînin.”

“Abdullah Ocalan ji mafê xwe yê mirovî bêpar maye”

Di nameyê de hat gotin ku em dixwazin CPT li gorî xala 3’yemîn a rêziknameya KE’yê tevbigere.

“Birêz Ocalan welatiyekî dewleta YE’yê ye ku ev bîst û pênc sal in ji mafên xwe yên mirovî bêpar maye û ev sê sal in ji mafên xwe yên bingehîn ên qanûnî, weke dîtina parêzerên xwe û hevdîtina bi malbata xwe re bê par maye.”

“Divê CPT erkên xwe bi cih bîne”

Di nameyê hat gotin ku erkên xwe bicîh bînin û wiha bi dawî bû.

“Ji bo hevdîtina bi Birêz Ocalan re û kontrolkirina rewşa tenduristiyê heyetekê bişînin Girava Îmraliyê.

Tevî vê yekê, eger hûn Tirkiyeyê neçar bikin ku tevahî pîvanên KE’yê û CPT’yê pêk bîne û teşwîq bikin ku destûrê bide malbat û parêzerên Ocalan ku biçin serdana wî, em ê gelek kêfxweş bin. Ji ber daxwaza bi mîlyonan Kurd rakirina tecrîdê ye.”

Back to top button