Çeteyekî DAIŞ’ê li paytexta Tûnisê hat girtin

Li paytexta Tunisê, çeteyekî DAIŞ’ê ku hewl dida êrîşî polîsê bike, hat girtin.

Hêzên ewlekariya welêt diyar kir ku, duh li paytexta Tûnisê, çeteyekî DAIŞ’ê hewl da bi alaveke tûj, êrîşî polîsan bike, lê hat girtin.

Hêzan her wiha destnîşan kir, tiliya wî çeteyî di kuştina 2 kesan li parêzgeha El-Qesrîn de, heye.

Çavkaniyê diyar kir ku, çi kesên têkiliyên wan bi hêzên ewlekariya Tunisê re hebin, dibin armanca çeteyên DAIŞ’ê.

4 çeteyên DAIŞ’ê li Daxistanê hatin girtin

Li Rûsyayê jî, Desteya Ewlehiya Federal a Rûsî girtina 4 çeteyên DAIŞ’ê li Daxistanê ragihand.

Li gorî ragihandina Rûsî, li bajarê Mehec qel’a ya komara Daxistanê, şaneyek ku ji 4 çeteyên DAIŞ’ê pêk tê, hat girtin û çek û alavên bi wan re hatin destdeserkirin.

Çavkaniyan diyar kir ku şaneyê hewl dida teqînekê li pêşiya avahiya ewlehiyê pêk bîne.

Back to top button