Li gundewarên Laziqiyê, leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin

Li bakurê gundewarên Laziqiyê, leşkerekî hêzên hikumeta Şamê hat kuştin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh di şerê li derdora Eyn Îsa ya Cebel El-Turkmen li bakurê gundewarên Laziqiyê DE, leşkerekî hikumetê hat kuştin û jimarek hat birîndarkirin.

Navendê her wiha diyar kir ku hêzên hikumetê di heman demê de, nuqteyên çeteyan li gundên Selora, Qiret Omer û hin deverin din ên Cebel El-Turkmen topbaran kirin.

Li gorî heman çavkaniyê, hêzên hikumeta Şamê nuqteyên çeteyên Tirkiyê li gundên başûrê Idlibê jî, kirin armanc.

15 maşîneyên din ên Tirkiyê derbasî Idlibê bûn

Her wiha Çavdêriya Sûrî eşkere kir ku dewleta Tirk vê sibehê, 15 maşîneyên leşkerî, ji deriyê Kefer Losîn derbasî Idlibê kir.

Ji Adarê û heya niha, hejmara maşîne û alavên leşkerî ku dewleta Tirk derbasî Idlibê kirine, 11 hezar derbas kiriye.

Back to top button