![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2024/05/Sequence-06.01_01_44_22.Still022.jpg)
HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên ku li Zapê di encama qezayekê de şehîd bûn, eşkere kir û got:
“Hevreyên me Jiyanda û Berfîn di jiyanê de bi pîvanên xwe yên şoreşgerî bûn milîtanên PKK-PAJK’ê, emê têkoşîna hevrêyên xwe bighînin serkeftinê.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên ku li Zapê di encama qezayekê de şehîd bûn, eşkere kir.
HPG’ê ev tişt diyar kirin:
“Hevreyên me Jiyanda û Berfîn, milîtanên hêja yên Têkoşîna Azadiya Jinê di 7’ê Nîsana 2024’an de li herêma Zapê dema xwestin ava Zapê derbas bikin, di encama qezayeke de şehîd bûn.
Hevreyên me Jiyanda û Berfîn bi tevlîbûnên xwe yên têkoşîna azadiyê de bûn xwediyên jiyaneke bêhempa û tijî wate.
Hevreyên me Jiyanda û Berfîn ji bo jiholêrakirina statuya koletiyê ya li ser gelê me hatiye ferzkirin, bi fedakarî li ber xwe dan.
Hevreyên me Jiyanda û Berfîn perspektîfa azadiya jinê ya Rêber Apo kirin manîfestoya jiyanê û li her qadê lê bûn avakarên jiyana azad.
Hevrêyên me di jiyanê de bi pîvanên xwe yên şoreşgerî bûn milîtanên PKK-PAJK’ê ku ji hemû hevrêyên xwe re bûn mînak.
HPG: Em ê têkoşîna hevrêyên xwe bighînin serkeftinê
HPG’ê herî dawî sersaxî ji gelê kurdistanê re xwet û got:
“Em carek din soz didin ku têkoşîna azadiyê ku hevreyên me Jiyanda û Berfîn dewrî me kirin, bigihînin serkeftinê û em sersaxiyê di serî de ji malbatên hêja yên hevreyên me û ji tevahî gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.”
Agahiyên derbarê nasnameya şehîdan de wiha ye:
Fatma Kaynak, bi nasnav Jiyanda Laşer, li Colemergê ji dayik bû, 7’ê Nîsana 2024’an li Zap’ê şehîd bû.
Nasnav: Jiyanda Laşer
Nav û paşnav: Fatma Kaynak
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Navê dayik û bav: Remziye- Abdulhalîk
Dem û cihê şehadetê: 7’ê Nîsana 2024/Zap
Rîma Abdullah, bi nasnav Berfîn Zîlan, li Efrînê ji dayik bû, 7’ê Nîsana 2024’an li Zap’ê şehîd bû.
Nasnav: Berfîn Zîlan
Nav û paşnav: Rîma Abdullah
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Navê dayik û bav: Hamîde- Muhammed
Dem û cihê şehadetê: 7’ê Nîsana 2024/Zap