QSD`ê bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku di meha Nîsanê de pêkanîne eşkere kir.
QSD`ê diyar kir ji ber êrişan 2 welatî û 5 şervan şehîd bûn, 23 jî birîndar bûn. Her wiha ziyaneke mezin jî li mal û milkên gel bû.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îro bi daxuyaniyekê bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ên di meha Nîsanê de eşkere kir.
Di daxuyaniya xwe de QSD’ê îşaret bi zêdebûna êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmê û pêkhateyên wê kir û wiha got:
“Ji ber mijûlbûna cîhanê bi şerê li Ukraynayê, dewleta Tirk ya ku ev yek bi kar anî û dest bi planên dagirkirinê yên nû kir.
Di meha Nîsanê de hemwextî gefên çeteyên DAIŞ`ê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran û bi balafiran êrişên xwe zêde kirin.
Li rex wê jî dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyê dest bi propagandayê kir û gelek nûçeyên derew belav kirin.”
QSD’ê desnîşan kir erişên dewleta Tirk a dagirker, armancên wê yên qirêj ên koçberkirina şêniyan radixin pêş çavan.
Di dewamê de QSD’ê anî ziman di Nîsanê de dewleta Tirk a dagirker li Zirgan, Til Temir, Eyn Îsa, gundewarê Girê Spî, Minbic, Şehba û Kobanê bi hezaran ton taqemenî bi ser malên sivîlan de berdan û got:
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pîroziya meha Remezanê jî paşguh kir û rojane herêm kir hedef.
Bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên Nîsana 2022`an, wiha ye:
596 êrişên bejahî yên bi top, tank û obîsan
13 êrişên bi balafirên bê mirov yên bi çek
2 êrişên bi balafirên bê mirov yên xwekuj
3 êrişên bi moşekan
19 sûîqast
122 êrişên bi doçka
Ji ber taqemeniya ku dewleta Tirk a dagirker di êrişan de bi kar anîne, 23 ton
36 mal zirar dîtine
3 sazî (kehrebe, dibistan û saziya avê) zirar dîtine
2 sivîl şehîd bûn
5 şervan şehîd bûn
23 welatî birîndar bûn
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dawî ragihand gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bendê ne ku hêzên garantor li dijî sûc û êrişnê dewleta Tirk gavên pratîk bavêjin.