Li Bakur-Rojhilatê Lubnanê 3 endamên Hizbullahê hatin kuştin

Di êrîşa Îsraîlê ya li ser bakurê rojhilatê Lubnanê de 3 endamên Hizbullahê hatin kuştin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) doh diyar kiribû ku êrîşên esmanî yên Îsraîlê karwaneke kamyonan li nêzîkî El Quseyrê li ser sînorê Sûrî-Lubnan kirine armanc.

Hat diyarkirin ku di êrîşan de 3 jê Sûriyeyî 5 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.

Li gorî ajansa nûçeyan a Cîhana Erebî, êrîşên Îsraîlê jî bûne sedem ku kamyon bi sedan metre di nava axa Lubnanê de şewitîn.

Jêderekî leşkerî ji AFP re ragihand, sê endamên Hizbullaha Libnanî di êrîşên Îsraîlê de li ser karwaneke tankereke petrolê li bakurê rojhilatê Libnanê hatin kuştin.

Çavkaniyê eşkere kir ku di êrîşa Îsraîlî de 9 mûşek hatine bikaranîn û karwaneke tankereke petrolê û avahiyek li devera Hûş El-Seyid Elî li navçeya Hermelê kirine armanc.

Di encama vê yekê de 3 endamên Hizbullahê hatine kuştin û 3 endamên Hizbullah jî birîndar bûne.

Doh jî Îsraîl ragihand ku hedefeke hewayî ku ji Lubnanê derbasî Îsraîlê bûbû hat bêbandorkirin.

Artêşa Îsraîlê baregehên Hizbullahê bombebaran kir

Back to top button