EBDULMEHDÎ: PIRSGIRÊKIN DINAV BERA BEXDADÊ Û HEWLÊR DE WÊ WERIN ÇARESERKIRIN

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî diyar kir ku ew ê di demeke nêz de hemû pirsgirêkên di derbarê şandina petrola Kerkûkê çareser bikin.

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî di civîna çapemeniyê ya heftane de ragihand ku pêwendiyek wan a baş bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re heye.

Adil Ebdulmehdî di axavtina xwe de bal kişand ser pirsgirêka petrolê ya di navbera Bexda û Hwelêrê de û got:

Di demeke nêzîk de ew ê hemû pirsgirêkên di derbarê şandina petrola Kerkûkê ya li gel Hewlêrê çareser bikin.

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî di derbarê kabîneya nû ya Hikûmetê de jî ragihand ku heta niha 8 wezîr mane ku deng li ser wan bê dayîn.

Leave a Reply

Back to top button