QSD’Ê JI BO XWE-RADESTKIRINÊ DEMEK DABÛ ÇETEYAN.. OPERASYONA DAWIYÊ DEST PÊ DIKE

Şerê têkbirina DAIŞ’ê ya li Baxoza Dêrazorê didome..
Du roj in operasyonên QSD’ê rawestiya bûn..
Şervanên QSD’ê ji bo xwe-radestkirinê demek da çeteyan û operasyona dawî di demeke nêz de dest pê dike.

Li gorî çavkaniyên me yê taybet, muhleta ku Fermandariya QSD’ê daye çeteyan îro bi dawî dibe.

Nûçegihanê me ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê ji bo bidestxistina wextê nahêlin jin û zarok derbikevin.

Ji ber vê yekê Hêzên Sûriya Demokratîk pir bi baldarî tev digerin.

Her wiha hat teqezkirin ku komeke çeteyan xwe radestî QSD’ê kirin.

Niha amadekariyên dawî tên kirin û tê texmînkirin di demeke nêz de operasyona dawiyê dest pê bike.

Leave a Reply

Back to top button