DEWLETA TIRK A DAGIRKER LI EFRÎNÊ 1500 MALBATÊN FILISTÎNÎ BI CIH KIRINE

Dewleta Tirk a dagirker dibistanên Efrînê veguherandine girtîgeh û cihên Îstixbaratî û li wir çanda Îxwana Selefî ferz dike..
Her wiha siyaseta guhertina demografîk jî li herêmê didomîne..
Di vê çarçoveyê de bi hezaran penaberên Filîstînî li Efrînê tên bicihkirin.

Li Efrînê li navçeya Şêrewa komek çete gund bi gund digerin û ramanên selefî belav dikin.

Hat zanîn ku komek ji 6 çeteyan pêk tê, derbasî gundê Îska yê navçeya Şêrewa bûn.

Ew kom di mizgefta gund de bi cih bû û îdîa kir ku ew ola Îslamî belav dikin.

Bi bihaneya belavkirina ola Îsalmî, koma çete ji gundiyan alîkariya darayî jî xwestin.

Ew kom girêdayî çeteyên bi navê “Feyleq Eş-Şam” a di bin sîwana Îxwan El-Misilmîn de çetewariya xwe dikin.

Beriya niha jî, ew kom derbasî gundên Şadêrê û Xezewiyê bibûn.

Her wiha, çeteyên ku qaşo xwe weke oldar didin naskirin, li kolanên Efrînê digerin û pirtûkên ola Îslamê belav dikin.

Di çarçoveyeke din de, çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şiyê xortek revand.

Xortê bi navê Ehmed Mihemed Mistefa yê 28 salî, ji gundê Çeqelê Ortê ye, ji navçeya Cindirêsê hat revandin.

DEWLETA TIRK A DAGIRKER LI EFRÎNÊ 1500 MALBATÊN FILISTÎNÎ BI CIH KIRINE

Dewleta Tirk a dagirker siyaseta guhertina demografîk li Efrînê berfireh dike..

Hikumeta çeteyên dewleta Tirk a bi navê hikumeta demkî ji bo bicihkirina penaberên Filîstînî li Efrînê ketiye nava hewildanan..

Li gorî çavkaniyan hikumeta çeteyan li bajarê Dîlokê navenda tomarkirina sivîlan ji bo penaberên Filîstînî vekiriye..

Zêdetirî 7 hezar Filîstînî yên ku ji gundewarên Şamê anîne, li Efrînê hatine bicihkirin.

Leave a Reply

Back to top button