Ezmûnên refên 9 û 12 li herêma Cizîrê bi dawî bûn

Ezmûnên refa 9 û 12’an ya sala 2020-2021’an li herêma Cizîrê bi dawî bûn.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê ji bo sala xwendinê 2020 – 2021’an refa 9 û 12’an ezmûnên dawiya salê yên wekhev pêk anî.

Îro xwendekarên refên 12’an ezmûna xwe ya dawî pêşkêş kirin.

Xwendekarên tevlî ezmûnan bûn dan xuyakirin ku wan bi awayekî baş ezmûnên xwe qedandin û hêvî kirin ku xwendekar pileyên baş bi dest bixin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Hejmara giştî ya xwendekarên refa 12’an li herêma Cizîrê ku tevlî ezmûnan bûn, 3 hezar û 172 ne û hejmara xwendekarên refa 9’an jî 3 hezar û 66 in.

Back to top button