Riyad Derar: Alîkarî ji bo tevahiya gelê Sûryê ye

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk-MSD’ê Riyad Derar diyar kir ku di civînên Romayê de dê misogeriya gihandina alîkariyan ji tevahî gelê Sûriyê re, vekirina dergehan an jî dîtina alternatîfan werin nîqaşkirin.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê-DYA’yê li ser civîna taybet a Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê, di 28`ê Hezîranê de li paytexta Îtalyayê Romayê, bi beşdariya dewletên mezin ên têkildarî dosyaya Sûriyê civînekê li dar dixe.

Der barê vî mijarê de Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk-MSD’ê Riyad Derar ji ajansa Hawarê re axivî.

Riyad Derar wiha got :

“Li gorî texmîna min, ev kongreya berfireh ji bo misogeriya gihandina alîkariyên mirovî ji hemû gelê Sûriyê re ye bêyî astengiyan, vekirina dergehan an jî dîtina alternatîfan bên nîqaşkirin.”

Derar derbarê sedemên vexwendina dewlea Tirk û Qeterê ji bo vê civînê jî wiha nirxand.

“Armanc ji vexwendina dewleta Tirk û Qeterê ku rê li pêşiya Moskovê were girtin ku beriya niha hewl da bi hikûmeta Şamrê re peymanek li dar bixe û wî vegerîne Komkara Erebî.

Qeter û Tirkiyê di rewşa Sûriyê de xwedî bandor in û tevlêkirina wan ji Koma Biçûk û dewletên ji bo civîna Romayê, gavek li dijî Rûsyayê ye. ”

Derar derbarê bandora civîna romayê ji bo aloziya Sûriyê jî daxuyakirin ku dibe ku dosyaya Sûriyê weke kaxizeke lihevkirin û bazariyê di navbera aliyan de were bikaranîn.

Riyad Derar di dawiya axaftina xwe de diya kir ku Rewşa mirovî ya li kampa Holê divê were çareserkirin.Ev yek lezgîn e û bi tevahiya dewletên peywendîdar re hate nîqaşkirin.

Back to top button