Duh li bejahiya Dêrazorê ya di bin serweriya hêzên Îranê de çend teqîn çêbûn, erebeyek şewitî û gelek ziyanên madî çêbûn.
Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand duh li bajarê Meyadîn ê bejahiya Dêrazorê teqîn çêbûn
Çavdêriyê eşkere kir “Gelek moşek li baregeha leşkerî ya hêzên Amerîkayê li zeviyê El-Umer û avahiyên zeviyê yên rojhilatê Dêrazorê ketin û di encamê de ziyanên madî çêbûn û erebe şewitîn.”
Çavdêriyê diyar kir ku piştî êrîşa li Bokemalê hêzên Îranê baregeha Amerîkayê yên Dêrazorê topbaran kirin.
Marotto: Baregehên me yê Dêrazorê bi gelek mûşekan hate armancgirtin
Berdevkê Koalîsyonê Mayne Marotto derbarên êrîşên li ku li ser baregehên wan pêk hatiye de li ser hesabê xwe yê twîtere daxuyaniyek da
Maroto diyar kir ku du derdora saet 8’ê êvarê baregehên hêzên Amerîka yên rastî gelek êrîşên mûşekî hat ,wan jî di çarçoveya parastina rewa de bersivdayê êrîşan.
Di êrîşên ku pêkhatî de tiştek bi hêzên wan nehatiye.