Kazimî ji bo nîqaşa serweriya Iraqê li gel rayedarên NATO civiya

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li Brûkselê ji bo parastina serweriya axa Iraqê li gel Sekreterê NATO’yê civiya.

Mistefa Kazimî li gel Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg ji bo serweriya Iraqê, hilbijartina pêşxwext ya Iraqê guftugo bike civiya.

Di derbarê havdîtinê de daxwiyaniyek hat dayîn û hat gotin “Nabe xaka Iraqê bibe meydana nakokiyên welatan û divê ji ser xaka Iraqê êrişê ser welatên cîran neyê kirin.”

Hate gotin ku di civînê de Stoltenber diyar kiriye ku wê NATO ji bo alîkariya bi Iraqê re kar û çalakiyên xwe yên li Iraqê berfireh bike.

Di civîna de behsa hemahengiya karên hevbeş ya NATO û Iraqê ya di warê siyasî, aborî, ewlehî û bazirganiyê de jî hat kirin.

Back to top button