Bi dirûşma “Bi çanda hîlala zêrîn û bi hunera gelê şoreşger em ê dagirkeriyê têk bibin” Tevgera Kevana Zêrîn a Herêma Efrînê li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê dest bi çalakiyên roja yekemîn ên Hefteya Çand û Hunerê kir.
Tevgera Kevana Zêrîn a Herêma Efrînê li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê bi dirûşmeya “Bi çanda hîlala zêrîn û bi hunera gelê şoreşger em ê dagirkeriyê têk bibin” dest bi hefteya çand û hunerê kir.
Bi sedan şêniyên navçeyê tevlî çalakiyên Hefteya Çand.
Endama Rêveberiya Tevgera Çand û Hunerê ya Herêma Efrinê Rûmet Beko îşaret bi girîngiya beşdariya wan a ji çalakiyê re kir.
Endama rêveber a Kongra Star a navçeya Ehdas Hesna Hesen jî di çalakiyê de axivî û îşaret bi girîngiya rola jinan a di parastina mîrate, çand û hunerê de kir.
Çakalî bi pêşkêşkirina tabloyekê ku Koma Şehîd Hêva pêşkêş kir dewam kir.
Tablo behsa azadiya jinan di nava neteweya demokratîk û felsefeya rêber Abdullah Ocalan de dike.
Koma Şehîd Mizgîn a Stranên Kevnare gelek stranên kurdî pêşkêş kirin.
Çalakiyên roja yekemîn bi stranên ferdî û gerandina govendên foklora efrînî bi dawî bûn.