160 rewşenbîr û nivîskarên Kurd li dijî êrîşên dagirkeriyê banga yekîtiyê kirin

160 rewşenbîr û nivîskarên Kurd li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê banga avakirina yekîtiya netewî kirin.

Komeleya Wêjevanên Kurd têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke çapemeniyê da ku 160 rewşenbîr û nivîskaran Kurd mohra xwe li binî danîn.

Di daxuyaniya de bal hate kişadnin li ser pêwîstiya yekîtiya neteweyîî û hate diyarkirin ku dagirker di êrîşên xwe de hêza herî mezin ji parçebûna Kurdan werdigire.

Di daxuyaniyê de hate gotin, aliyên ku ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî, malbatî û rêxistinî li pêşiya yekîtiya Kurdan dibin asteng, wê dîrok wan efû neke.

Bang li hemû sazî, partî, rêxisti û tevahiya gelê Kurd hate kirin ku li ber êrîşên dagirkeriyê rabin û yekîtiya xwe ava bikin.

Back to top button