Li Rojava jî çalakiyên bîranînê yên 14’ê Tîrmehê dewam dikin.
Li navçeya Çilaxa civînek hat lidarxistin û şehîdên berxwedana 14’ê Tîrmehê hatin bi bîr anîn.
Civîn li hola navenda çandê ya herêma El-Înaş ya navçeya Çil Axa hat lidarxistin.
Di civînê de Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Xerîb Hiso axivî û got,
“Dewleta Tirk hê jî hewl dide ku xewn û xeyalên pêşiyên xwe yên Osmaniyan pêk bîne, herêmên din dagir bike û gelên azadîxwaz tune bike.”
Hiso da zanîn ku berxwedana 14’ê Tîrmehê a li zindana Amedê peyamek bû ji bo dewleta Tirk a dagirker ku wê gelê Kurd li himber êrîşan bêdeng namîne.
Hiso diyar kir ku berxwedana zindana Amedê deriyê serkeftin, azadî û demokrasiyê vekir û anî ziman ku berxwedana 14’ê tîrmehê hişt ku çirûska şoreşa gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ronî bibe.
Di dawiya civînê de hat diyar kirin ewê rêya şehîdan bişopînin heta ku jiyanek azad û demokrat pêk bînin.