Şer û peçvûnên li bajarê Deraa yê di navbera hêzên hikumeta Şamê û komên muxalif de çend roj in zêde bûye. Duh êvarê şerekî giran qewimî. Di encamê de jê 5 zarok 28 kes, hatin kuştin.
Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ji ber topbarana bi moşek û çekên giran li dijî bajarokê Yadûde 5 jê zarok 11 sivîl hatin kuştin.
Her wiha di şer de 9 çekdar û 8 endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin.
Hêzên muxalefetê li gelek herêman bi pêş ket û Derîyê Nisêb ya sînorê Urdunê bi dest xist.
Hat diyar kirin li ser vê yekê Rûsyayê destwerdan kiriye û danûstandin hatine despêkirin.
Piştî ku danûstandinên di navbera nûnerên Hikûmeta Şamê û rûspiyên bajarê Derayê dest pê kir, aramî li herêmê serwer bûye.
Li gorî Çavdêriya Sûrî, hêzên muxalefetê zêdetirî 15 herêm û 20 bendên kontrolê yên rêjîmê bi dest xistine û bi vê yekê gundewarê rojhilatê Deraa yê bi temmaî ji bin serweriya Hikûmeta Şamê derketin.
Çavdêriyê diyar kir ku hêzên Hikûmeta Şamê ji bendên kontrolê û herêmên ku şer lê gur bûne vekişiyan û li benda encamên danûstandinan e.