Bexda amadekariya civîneke berfireh a ewlekariyê dike

Hikumeta Iraqê dê dawiya vê mehê tevî rêveberiyên welatên cîran civîneke ewlekariyê li dar bixe.

Nûnerên Iraqî vexendinnameyên taybet ji bo civîna ewlekariyê ku serokwezîrê Mistefa Kazimî amadekariyên lidarxistina wê dike, li welatên ku lê ne belav dikin.

Çavkaniyekî got:

“Li kêleka civîna ku tê payîn dawiya Tebaxê bê lidarxistin û her 6 welatên cîranên Iraqê beşdarê bibin, hêvî hene ku bibe civîneke herêmî û welatên Misir, Îmarat û Qeter jî beşdarê bibin.

Her wiha bangawazî ji welatên Ewropa û DYA`yê re hatin kirin.”

Rojnameya Şerq El-Ewsat li gorî heman çavkanî wiha ragihand:

“Hêvî hene ku şandeyên payebilind bikevin tevgerê û vexwendinnameyan radestî serokên welatên cîran û welatên herêmî wekî Siûdî, Kiwêt, Urdun, Îran, Misir, Îmarat û Qeterê bikin.”

Tevî ku mijara Sûriye jî wê were nîqaşkirin heta niha ne diyare ku wê Serokê hikumeta Şamê Beşar El-Esed jî bê vexwendin yan na.

Hikumeta Iraqê ragihand ku Wezîrê Karên Derve Fûad Hisên vexwendineke ji Kazimî ji bo beşdarbûna civînê, radestî serokomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan kiriye.

Back to top button