Bi sedan şêniyên herêma Efrînê cenazeyên du cangoriyên azadiyê bi merasîmekê li goristana şehîdan oxir kirin. Di merasîmê de nasnameya 6 şervanan jî hat eşkerekirin.
Bi sedan şêniyên Efrîn û Şeba yên li Şehbayê ji bo oxirkirina cenazeyê Têkoşer Efrîn û Tolhildan Efrîn merasîmek li darxistin.
Şêniyan cenazeyên şehîdan ji nexweşxaneya Afrîn a li navçeya Fafînê wergirtin û bi karwanekî ber bi goristana şehîdan ve ketin.
Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrînê , Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Efrînê û Meclisa Kantona Şehbayê axaftin hatin kirin.
Kesên axivîn destnîşankirin ku şehîdan bingeha biratiya gelan û jiyana hevbeş di navbera gelên herêmê de danîn e.
Her wiha di merasîmê de nasnameya 6 şervanên ku li cih û di demên cûda de li Bakurê Sûriyê şehîd bûne hatin eşkerekirin.
Nasnameyên şehîdan wiha ne;
Nasnav: Agirî Zagros
Nav û paşnav: Emîra Hemo
Cih û dîroka şehadetê: Raco 26`ê Şibata 2018`an
*****
Nasnav: Amara Rojhilat
Nav û paşnav: Bêrîvan Hebeş
Cih û dîroka şehadetê: Baxoz 3`ê Nîsana 2019`an
*****
Nasnav: Avaşîn Kendal
Nav û paşnav: Dilava Mihemed
Cih û dîroka şehadetê: Sareya 9`ê Adara 2018`an
*****
Nasnav: Rêdûr Efrîn
Nav û paşnav: Xelîl Nasan
Cih û dîroka şehadetê: Raco 24`ê Şibata 2018`an
*****
Nasnav: Xabûr Efrîn
Nav û paşnav: Osman Osman
Cih û dîroka şehadetê: Raco 5`ê Şibata 2018`an
*****
Nasnav: Rojhat Welat
Nav û paşnav: Rifat Mamo
Cih û dîroka şehadetê: Şiyê 4`ê Adara 2018`an