Îro 3’ê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî diqedin û derbasî sala xwe ya 4’an dibe.
Rêveberî di warê leşkerî, siyasî, dîplomasî û xizmetê de gelek gev avêtine.
Li ser asta Sûriyê jî, niha weke tekane rêya xelasiyê ji aloziyeke bê çare re tê dîtin.
Rêveberiya Xweser çi ye, ji çi pêk tê û rêjeya jinê di nava wê de çi qas e.
Em li vê raporê temaşe bikin.
Di nava kaos û krîzeke bê çare de, li Bakur û Rojhilatê Sûrî, rêyeke cuda hat hilbijartin û weke projeyeke yekîtî û çareseriyê derket ser masyê.
Piştî rizgarkirina gelek deveran, êdî pêwsîtî bi berfirehkirina wê projeyê hat dîtin.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî.
Rûbera axa wê bi qasî 50,000 KM2 ne
5 Milyon Mirov ji Kurd, Ereb, Suryan û hwd, lê dijîn.
Ev rêveberî vê gavê ji van herêma berpirsiyar e:
Qamişlo û navçeyên wê, Hesekê û navçeyên wê, Kobanê, Eyn Îsa, Minbic, Şehba, Reqa, gundewarên Dêrazorê.
- Hêza Parastinê
Baskê wê yê leşkerî Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê ye.
Di bi banê wê de, YPG’, YPJ’ê, Senadîd, hêzên Suriyan û meclisên leşkerî yên bajaran hene
- QSD’ê
5 salan şerê DAIŞ’ê kirin û ew di warê çekdarî de têk birin.
Di heman demê de, ji bo parastina herêmê, li hemberî Artêşa duyemîn a NATO’yê dewleta Tirk li ber xwe da.
Hevkarê bi dehan welatên ku endamên Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê ye.
Û di mijara misogerkirina pîvanên şer û çareserkirina aloziyên leşkerî de, ji aliyê NY weke hêzeke fermî hatiye naskirin.
Her wiha jî, Hêza Erkaxweparastin di jî di bin banê Buroya Pasatinê de ye.
- Ewlehî
Ji bo ewlehiyê jî, Asayîş û hêzên wê yên taybet hene
Û hêza Hawarî û Trafîk jî pêve girêdayî ne.
Hêzên Parastina Civakî HPC jî, rola xwe di nava bajaran de dilîzin
- Rêveberirin
Ew ji 3’ê herêman û 4 rêveberiyên herêmî pêk tê.
Di nav wan de, beşên xizmetê, civakî û çavdêriyê jî hene.
Weke şertekî bingehîn, rêjeya nûnertiya jinê di nava rêveberiyê de jî weke ji sedî 50% ye û niha zêdetir e.
- Dîplomasî
Piştî bidestxistina serkeftinên di şerê li dijî DAIŞ’ê de, cîhanê deriyên xwe ji Rêveberiya Xweser re vekiri.
Waşington û Mosko di nav de, li gelek welatên cîhanê nûnertiyên wê hatin vekirin.
Nêzî 30 welatên Cîhanê bi awayekî fermî serdana wê kirine.
Û ji bo hin welatan jî hatiye vexwendin
Heta niha ji ber Vetoya Tirkiyê beşdarî civînên navdewletî yên ji bo aloziya Sûriyê nebûye û ew civîn bê encam in.
Dewleta Tirk jî ji bo têkbirina wê, bi destûra Amerîka û Rûsyayê 2 êrîşên mezin pêk anîn.
Û di encamê de bajarên hatin dagirkirin..
Li gel hemû êriş, dorpêç, zor û zehmetkiyan jî ev modela rêveberiyê weke yekane rêya çareseriya aloziua 10 salî ya li Srûî tê binavkirin.