Îro li bajarê Enqerê yê Tirkiyê endamên HDP’ê civîna xwe li darxistin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di civînê de diyar kir ku hilbijartin bi bazariyan nayê kirin û anî ziman “Têkoşîna civakî û rêxistinbûyîna gel a berfireh esas e.”
Endamên Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan HDP bi tvlîbûna Hevserokên Giştî Pervîn Buldan û Mîthat Sancar li otelek Enqereyê civiyan.
Hevserok Mîthat Sancar destpêkê axivî, diyar kir ku wan di çarçoveya kampanyaya “Em HDP ne li her derê ne” demeke dijwar, hilberîner û bi coş derbas kirin û got:
“Partiya me û gelê me van hewldan û kedan bêberdêl na-hêle. Eleqe û coşa ku nîşanî me hat dayîn carek din me dît ku em di rêya rast de ne.”
Sancar diyar kir ku wan di kampanyayên xwe de nêrînên gel û rêxistinên sivîl ên li meydanan girtine û ev lê zêde kir:
“HDP partiyeke ku ji binî ve tê birêxistinkirin e. Armanca me ew e ku em ji bo gelên li Tirkiyê aştiyeke mayînde û şert û mercên jiyana wekhev a hevpar ava bikin.”
Mîthat Sancar destnîşan kir ku desthilat têk çûye, pergal ji holê radibe, desthilatdarî belav dibe, û ew berpirsiyar in ku rêyek li dijî vê hilweşînê biafirînin.
Sancar da zanîn HDP vîna hevpar a gelan e û got,
“wekî dengê bindestan û yên din, divê em vê berpirsiyariyê bigirin ser xwe. Ji perçebûna desthilatdariyê re bibin alternatîf û ji perçebûna civakî re jî bibin çareseriyek nû.
Wek HDP’ê nîqaşa pirsgirêkan li ser hesabên hilbijartinê tê kirin, wek kêmasiyekî dibînin.
Ji bo vê, têkoşîna civakî û rêxistinbûyîna gel a berfireh esas e. Hilbijartin divê li ser danûstandinan be, ne li ser hesab û bazaran be.
Mebesta me ji danûstandinan ew e ku em bi hemû beşên civakê re werin cem hev. Em red dikin ku siyaseta demokratîk li ser bazariyan were avakirin. Muzakere ji bo destpêkek nû şertek girîng e.