JI BO ŞERÊ LI DIJÎ DAI’ŞÊ GRÛPA BI NAVÊ ”RÎCAL ELKERAMA” LI SIWEYDAYÊ XWE BIRÊXISTIN DIKE

Di vê dema dawî de li herêma Siweydayê ya Sûrî gelek kirinên revandin û êrîş, yên çeteyên DAI’Ş û çeteyên bi ser opizisyonê ve li ser xelkê herêmê pêk hat. Girûpa bi navê ”Rîcal ELKerama” ji bo parastina sivîlan û şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê xwe birêxistin dike.

Di tîrmeha sala bûrî de çeteyên DAIŞ’ê êrîşeke giran bire ser herêma Siweydayê û di encamê şer de gelek kuştî,birîndar û binçavkirin çêbûn.

Her wiha di vê dema dawî de jî gelek kirinên revandinê li dijî sivîlan pêk hatin.

Rojane herî kêm 2 kes têne revandin û li hemberî berdana wan jî pere tên xwestin.

Li gorî vîdyoyeke ku li ser torên civakî hatiye belavkirin Girûpa bi navê ”Rîcal ELKerama” ku ji pêkhateya Durzî pêk tê ji bo parastina sivîlan û şerê li dijî çeteyên DAI’Ş’ê xwe birêxistin dike.

Leave a Reply

Back to top button