Gerîlayan li herêmên Zap û Avaşînê li artêşa Tirk ya dagirker dan

Li herêmên Zap û Avaşînê di navbera gerîlayên azadiyê û artêşa Tirk ya dagirker de şerekî giran diqewime.
Gerîlayên HPG û YJA Starê li van her du herêman li leşkerên Tirk yên dagirker xistin.
Di encama çalakiyan de leşkerekî dagirker hate kuştin, çeperek dagirkeran jî hate rûxandin.

Di çarçoveya pêngavên şoreşger de hêzên gerîla rojane bi çalakiyan bersiva êrişên artêşa Tirk ya dagirker ên li ser başûrê Kurdistanê didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîla û êrişên dewleta Tirk ya dagirker de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG derbarê berxwedana di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de ya li herêma Zapê ev agahî parve kir;

“19’ê Îlonê li herêma Zapê li dijî dagirkerên li Kela Bedewê hêzên me bi çekên giran çalakî kirin. Di encamê de kozikek dagirkeran hate rûxandin û herî kêm dagirkerek hate cezakirin.

“20’ê Îlonê artêşa Tirk a dagirker li herêma Zapê 2 caran bi teqemeniyan qada berxwedanê ya Cîlo yê Biçûk bombebaran kir. Piştî bombebaranê dagirkeran ku xwestin ber bi qada berxwedanê ve biçin, hêzên me bi çekên giran li wan xistin. Di encama derbên giran de dagirker nekarîn bi pêş ve biçin.”

HPG’ê derbarê berxwedana li herêma Avaşînê jî ev agahî parve kir,

“14’ê Îlonê li herêma Avaşînê li dijî dagirkerên li qada Girê Silêman, hêzên me bi çekên giran çalakî kirin. Di vê çalakiyê de bi rengekî serketî li hedefên dijmin hate xistin.

Heman rojê artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyan bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barand. Piştî vê bombebaranê dagirkeran xwestin bi pêş ve biçin. Berxwedêrên Werxelê bi rêbaza sabotajê li dagirkeran xistin.

Dagirkeran 4 caran bi teqemeniyan bombe li qada berxwedanê ya Werxelê hate barandin.”

HPG’ê da zanîn 19 û 20’ê Îlonê qada Çemço ya bi ser herêma Zapê; qadên qadên Dola Bizina, Qertel, Stûnê, Girê Şehîd Rizgar û Geliyê Basya; derdora gundên girêdayî navçeya Amêdiyê û qada Kela Qumriyê bi helîkopter û hawanan bombebarankirin.

HPG’ê diyar kir di encama bombebaranê de sivîlekî ji gundê Hirorê yê bi ser bajaroka Kanî Masî ya Amêdiyê birîndar bû û ziyaneke mezin li bax û baxçeyên gundiyan bû.

Li aliyê din Navenda Ragihandin û Çapmeniyê ya HPG’ê nasnameya gerîlayê bi navê Baz Gever (Firat Şahîn) ku 7’ê Tîrmehê li herêma Avaşînê ji aliyê dewleta Tirk ya dagirker ve bi çekên kîmyewî û jehrî şehîd bûye, eşkere kir.

HPG’ê sersaxî ji malbata gerîlayê şehîd û gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest.

Back to top button