Liv û tevgera şaneyên veşartî ên çeteyên DAIŞ’ê li herêmê dewam dike. QSD’ê ragihand ku wan îro bi opersayonekê du çete li Hesekê girtin.
Navenda Ragihandin û Çapameniyê ya QSD’ê ragihand ku Yekîneyên wan ên Antî Terorê bi hevkariya Koalisyona Navdewletî, du çeteyên DAIŞ’ê girtin.
Navendê got her du çeteyan beriya niha gelek êriş û plan dijî hêzên leşkerî û ewlehî ên li bajarê Hesekê û derdora wê pêk anîne.
Navendê diyar kir ku piştî xebatên lêgerîn û şopandinê, her du çete li Taxa Bomeîş hatin girtin û dest danîn ser alav û belgegiyên di destê wan de.