Şaredariya Dêrikê dest bi pêngava paqijkirina kolanan, kir

Bi destpêkirina qedexeya ji bo vîrûsa korona ya li herêma Cizîrê, şaredariyên herêmê jî di nava tevgera ji bo paqijiyê de ne.
Îro Şaredariya Gel a Dêrikê dest bi pêngava paqijkirina kolanan, sûk û hemû saziyan kir.

Di roja yekemîn a pêngavê de kolanên şaxî, sûka navendî, sûka sebze û goşt, navend û saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser hatin paqijkirin.

Li gorî endamê rêveber ê beşa tenduristiyê ya şaredariya Dêrikê Ridwan Omer diyar kir rêveberiya bajarê Qamişlo madeyên paqijkirinê pêşkêş kirine û eger careke din bê xwestin wê bişînin.

Omer da zanîn divê şênî bi aliyên têkildar û şaneya aloziyê re alîkar bin ku biryarên wê bi cih bînin da ku rê li pêşiya belavbûna vîrûsa Coronayê were girtin.

Şaredarî dê di dirêjahiya rojên qedexeyê de xebatên paqijkirinê bidomîne.

Back to top button