Zextên dewleta Tirk li gundên bakurê Kurdistanê

Dewleta Tirk, ji sala 1984’an ve li Bakurê Kurdistanê 4 hezar gund valakirine û herî kêm 3 milyon mirov ji warên wan bi darê zorê koçberkirine.
Yek ji wan bajarê ku herî zêde gundên wê hatine şewitandin û welatî ji gundan hatine derxistin, Şirnexe.
Welatiyên ku gundên wan hatine şewitandin destûr nayê dayîn ku vegerin.
Li aliyê din dewleta Tirk çuyîna zozanan li welatiyên Colemêrgê qedexe kiriye.

Li bakurê Kurdistanê, di encama şerê qirêj yê dewleta Tirk yê li dijî gelê Kurd heta niha 4 hezar gund hatine valakirin û herî kêm 3 milyon mirov bi darê zorê hatine koçberkirin.

Ji wan Bajaran jî herî zêde li Şirnex û navçeyên wê gund hatine şewitandin û welatî ji gundên xwe hatine derxistin.

Li Şirnexê, welatiyên ku gundên wan hatine şewitandin û destûr nayê dayîn ku careke din vegerin gundên xwe nerazîbûnên xwe anîn ziman.

Şêniyê ji gundê Şaxê yê Cizîra Botan Mehmed Tûrûg diyar kir ku dema hîna ew zarok bû, di sala 1994’an de dewleta tirk gund valakiriye û neçar mane ku biçin bajarên Tirkiyê bixebitin.

Mehmed Tûrûg, diyar kir ku bi salan e ji bo ku biçin gundên xwe serlêdan dikin, lê ev daxwaza wan her tim tê redkirin.

Tûrûg got, kesên Alîgirên dewletê bi rehetî diçin dikevin gundên xwe û fêkî û zeviyên xwe av didin.

Ji gundê Deştalala yê Şirnexê Emîne Dûymak jî nerazîbûn nîşanî qedexekirina têketina gundan da û diyar kir ku ev 27 sal in ji gundê xwe derketine û tenê 2 caran kariye biçe gund.

Ji gundê Meydîn yê Şirnexê Mehmed Gûzen jî anî ziman ku ew bi salan e bi hesreta gundê xwe dijî û got:

“Heta ku destûr nedin em nikarin biçin gund. Ev ne hiqûqî ye. Ev 30 sal in gundê me vala kirine. Gundê me hemû şewitandine û yek dar li gund nehiştine.”

Walîtiya Tirk ya Colemêrgê çûyina zozanan li xelkê herêmê qedexe kiriye

Li aliyê din, bajarê Colemêrgê yê Bakûrê Kurdistanê jî bi qedexeyan hatiye dorpêçkirin.

Qedexeyên bin navê ‘Herêma Ewlekariya Taybet’ û bendên kontrolê zozanên Colemêrg kirine weke girtîgehekê.

Walîtiya Tirk ya bajarê Colemêrgê çûyîna zozanan li xelkên herêmê qedexe kiriye.

Gundî bi salan e nikarin sewalên xwe bibin çêrgeh û zozanên herî berhemdar ên herêmê.

Ev qedexeyên ku ji bo bêmirovhiştina herêmê tê bicihanîn, sewalkarî û karê mêşan li herêmê gihandiye asta qedandinê.

Walîtîya Tirk ji sala 2016’an û vir ve 15 rojan carekê qedexeya çalakî û xwepêşandanan li Colemêrgê nû dike.

Back to top button