Komxebata Navnetewî li Hesekê di roja duyemîn de bi dawî bû

Komxebata Avê ya Navneteweyî ya Bakur û Rojhilatê Sûrî li Hesekê di roja duyemîn de bi dawî bû.
Di roja duyemîn de jî birîna avê ya li ser herêmê ji aliyê dewleta Tirk de hat nîqaşkirin.
Hate gotin, divê zext li dewleta Tirk were kirin da ku dev ji siyaseta xwe ya bikaranîna avê li dijî Sûriyê û Iraqê berde.

Komxebata Navneteweyî ya Avê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî duh sibeha li navenda Çandê ya Serdemê ya bajarê Hesekê dest pê kir.

Komxebat ji aliyê Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê ve û hevkariya Zanîngeha Rojava û Navenda Firat a Lêkolînan hate organîzekirin.

Her wiha pêşniyar û rêbazên ku dê aloziya heyî çareser bike û derfetê nede karesatên mirovî pêk werin, hatin parvekirin.

Komxebat bi encamnameyekê bi dawî bû.

1-Şermezarkirina siyasetên dewleta Tirk ên bikaranîna avê wek çekeke siyasî li dijî sivîlên li Sûrî û Iraqê.

2-Bi navê komxebatê û beşdarên wê, raporeke li ser binpêkirinên qanûnên navneteweyî û belgeyên têkildarî ava navneteweyî ji aliyê dewleta Tirk ve, ji deste û rêxistinên navdewletî re were şandin.

3-Divê civaka navneteweyî fişarê li dewleta Tirk bike.

4-Dewleta Tirk qanûnên navnetweyî yên giştî, peyamên dualî û sêalî yên derbarê çemên Firat û Dicleyê de bin pê dike, avê wekî çeka şer bi kar tîne, bi vê yekê peymanên Cinêv ên sala 1949’an bin pê dike. Ji ber vê yekê divê gilînameyeke dozgerî li dijî wê were rakirin.

5-Divê encamên vê komxebatê bi rêxistinên civaka sivîl ên peywendîdar û civaka sivîl a li Sûriyê, Iraq û Tirkiyê re were parvekirin.

6-Divê tevahî semîner û lêkolînên di komxebatê de hatine nîqaşkirin werin belgekirin û ji bo nexşeya avê were formîlekirin, da ku bi awayekî guncaw were fînansekirin.

7-Divê bang li Rêveberiya Xweser were kirin da ku pirsgirêkên avê bi rêya diyalog û hevkariya bi aliyên têkildarî re mîna Iraq û Sûriyê, rêxistin û hêzên navneteweyî werin çareserkirin.

8-Divê piştgiriya projeyên ku piştevaniya jêderên avê dikin, were kirin û jêderên mayînde jê re werin dabînkirin.

9-Divê hevkarî bi rêxistinên mirovî û hiqûqî re were kirin ku piştevaniya madî û manewî werin wergirtin da ku li ser pirsgirêk û xeteriyên krîza avê ya li herêmên were sekinandin.

10-Têkildarî bikaranîna avê divê bernameyeke cidî û pabend were danîn û di navbera Rêveberiya Xweser û navendên lêkolînan de were parvekirin.

11-Divê bang li Rêveberiya Xweser were kirin navendên lêkolînên taybet bi ewlehiya avê ava bike.

12-Divê rêbazên enerjiyên altarnetîf yên hewayî û tavê werin bikaranîn.

13-Divê ji çemê Dicle were sûdgirtin û ava wê ber bi herêmên ku pirsgirêka avê lê hene ve were kişandin.

14-Divê girîngî ji bo parastina ava diherike were kişandin û ji hêla desteyên rêveberiyên herêmê yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve werin şopandin.

15-Divê bang li Rêveberiya Xweser were kirin ku komîteya dîplomasî ya taybet bi karûbarên avê ava bike.

Back to top button